PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 15ê Hezîranê li navendeke Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqa yê Sûriyê, êrîşeke çekdarî çêbû û di encamê de pevçûn derket. Li gorî zanyariyan tê texmînkirin ku êrîşkar ji şaneyên çekdarên DAIŞê bin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li derdora kolana "Intîfada" ya rojavayê Reqayê teqîn çêbû. Piştre çekdarên nenas bi keleşan û bombeyan êrîşî heman cihî kirin û êrîşkarekî xwe li wir teqand.
Li gorî agahiyên destpêkê kesek ji koma êrîşkar hate kuştin.
SOHRê diyar kir ku piştî êrîşî li derdora cihê bûyerê hêzên ewlehiyê belav bûne û dest bi xebatên lêgerînê kirine. Hîn hejmara birîndar û kuştiyan nehatiye eşkere kirin.