Hêzên Sûriyê bi ser depoyên çekên DAIŞê de girt

Hêzên Sûriyê bi ser depoyên çekên DAIŞê de girt

PeyamaKurd - Hêzên Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand ku wan bi hevahengiya îstîxbarata giştî li parêzgeha Helebê û navçeya Babê endamên rêxistina DAIŞê girtine.

Hat ragihandin ku di operasyonan de dest danîne ser embarên çek û teqemeniyan ên DAIŞê û planên êrîşan hatine pûçkirin.

Fermandarê ewlehiya navxwe li Laziqiyê Ebdulezîz Ehmed diyar kir ku wan Ednan Dawûd ê ku berpirsê çandina mayînan li dijî hêzên leşkerî yên hikûmetê bû li berava Sûriyê girtiye.

Rêveberiyê da xuyakirin ku ew ê li dijî her kesê ku gefê li ewlehiya welatiyan dixwe gavên yasayî bavêjin.