PeyamaKurd - Di çarçoveya lihevkirina navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî hefteya borî hilweşîna wê ragihandibû, Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên hikûmeta Sûriyeyê ketin navenda bajarê Hesekê.
Hate ragihandin ku îro 1ê Îlonê karvaneke leşkerî ku ji zêdetirî 100 endamên çekdar û 20 wesayîtên leşkerî pêk dihat gihîşt navenda bajêr û beşek ji wan li ber avahiya Walîtiyê hatin bicihkirin.
Hatina wan hêzan di dema serdana şandeke taybet pêk hat ku ji bo çavdêrîkirina pêvajoya tevlîbûna endamên berê yên HSDê di nava saziyên polîsên leşkerî yên hikûmetê de hatibû herêmê.
Hêjayî gotinê ye, hêzên Sûrî dema ketin bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bi sembol û nîşanên cîhadîstan hatina nav bajêr pîroz kirin.
Ev geşedan piştî daxuyaniya Fermandarê Giştî yê HSD'yê Mazlûm Ebdî ya di 25ê Tebaxa 2026an de hat ku tê de ragihandibû piştî temamkirina proseya yekbûnê ya ligel Artêşa Sûriyeyê, hebûna HSDê ya wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe bi dawî bûye.