PeyamaKurd - Şaneya Ragihandina Ewlehî ya Iraqê îro 6ê Tebaxê ragihand ku li ser fermana Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, hemû hêzên ewlehî û leşkerî yên welat asta amadebaşiya xwe bilind kirine.
Di daxuyaniya şaneyê de hat diyar kirin ku ev biryar di çarçoveya plana amadebaşiya astbilind a hêzên çekdar ên Iraqê de hatiye girtin.
Ev pêngav piştî wê yekê hat ku ev du roj in li ser sînorê navbera Iraq û Sûriyeyê liv û tevgereke leşkerî ya berçav heye; her çiqas herdu welatan jî diyar kiribûn ku ev liv û tevger bi hevahengî û hevkariya di navbera wan de bi rê ve diçe de jî çavkaniyeke Sûrî doh ji kovara El-Mecelê re ragihandibû ku rêveberiya Şamê milîsên ser bi Îranê ve yên li Iraqê wekî gefeke rasterast li ser aramî û ewlehiya xwe dibîne.
Wê çavkaniyê tekez kir ku Sûriye di beramberî van gef û metarsiyan de dê bêdeng nemîne û bersivên pêwîst bide.