PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî derbarê danûstandinên ku li Dohayê bi navbeynkariya Qeterê têne kirin de ragihand ku heta ku DYA dorpêça xwe ya deryayî li ser Îranê raneke û daxwazên wan ên rewa pêk neyîne, ti proseyeke peymana dawî dest pê nake.
Beqayî tekez kir ku heta ev merc neyên bicihanîn, Tengava Hurmizê nayê vekirin û ewlehiya wê naye dabînkirin.
Danûstandinên Dohayî bidawî bûn
Danûstandinên sêrojî yên li Dohayê bi dawî bûn û heyeta Îranê vegeriya, lê guhertina peyaman bi rêya dîplomatên Qeterî berdewam dike.
Tê diyarkirin ku Îranê pêşniyara planeke ji 7 qonaxan kiriye ku di meha îlona borî de hatibû amadekirin û cîgirê wezîr Kazim Xerîbabadî rasterast ev merc radestî navbeynkaran kirine.