Ji bo rûniştina Parlamentoya Kurdistanê rêjeya yasayî hat bidestxistin

Ji bo rûniştina Parlamentoya Kurdistanê rêjeya yasayî hat bidestxistin

PeyamaKurd - Li gorî zaniyariyên dawî, hewldanên YNKê yên ji bo astengkirina lidarxistina rûniştina Parlamentoya Kurdistanê bê encam man û piştî zêdetirî du salan Parlamentoya Kurdistanê civîna xwe ya yekem li dar dixe.
Bi bangewazî û pêşengiya PDKê, piraniya parlamenteran beşdarî civînê bûn û rêjeya qanûnî hat temamkirin.
Li gorî zanyariyên dawî, 52 parlamenter di hola parlamenê de amade ne û tê çaverêkirin ku 2 parlamenterên din jî tevlî civînê bibin.
Bi vê yekê re, rûniştinê rewayetiya xwe ya yasayî wergirt û astengiya li pêşiya proseya siyasî hat rakirin.
Armanca vê civînê ew e ku kar û xebatên saziya yasadanînê ya Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bikin û dawî li valahiya yasayî were anîn ku ev zêdetirî du sal in ji ber nakokî û rikeberiyên aliyên siyasî li herêmê pêk hatibû.