PeyamaKurd - Serokê Dîwana Parlamentoya Kurdistanê Erdalan Sersipî îro Çarşemê, 4ê Mijdara 2026an, ragihand ku hemû amadekariyên îdarî û teknîkî ji bo lidarxistina rûniştina parlamentoyê hatine temamkirin.
Sersipî destnîşan kir ku li gorî peyrewa navxwe, amadebûna 51 parlamenteran bes e da ku rêjeya qanûnî (quorûm) temam bibe û rûniştin rewayetiya xwe ya yasayî wergire.
Derbarê dema hilbijartina serokatiyê de, Erdalan Sersipî da zanîn ku prose gelekî hêsan e û got: "Proseya dengdanê û hilbijartina Desteya Serokatiyê tenê pêdivî bi 10 xulekan heye."
Wekî tê zanîn, Xula Şeşem a Parlamentoya Kurdistanê ji ber kêşeyên siyasî û neçûbûna li ser pêkanîna kabîneyê û posta serokatiyê heta niha di rewşeke vekirî de mabû.