Artêşa Iraqê stargeha DAIŞê ya Diyaleyê bombebaran kir

Artêşa Iraqê stargeha DAIŞê ya Diyaleyê bombebaran kir

PeyamaKurd - Balafirên şer ên F-16 ên Iraqê şeva yekşemê li parêzgeha Diyaleyê du êrişên ezmanî birin ser stargeheke bermayiyên rêxistina DAIŞê.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku ev operasyon li devera Narînê ya li ser Fermandariya Operasyonan a Diyaleyê hatiye encamdan û li ser bingeha agahiyên hewalgiriyê yên piştrastkirî stargeh bi temamî hatiye wêrankirin.

Ev êriş di demekê de pêk tên ku piştî vekişîna Hevpeymaniya Navneteweyî di 30ê Îlonê de, hişyariyên li ser zêdebûna tevgera DAIŞê di navbera xeta hêzên Iraqî û Hêzên Pêşmerge de zêde bûne.

Endamê Komîsyona Ewlehî û Bergiriyê ya Parlamentoya Iraqê Mazen Xerîb hişyarî da ku çekdarên DAIŞê vekişîna hêzên biyanî ji bo tevgera azadtir bikar tînin.

Her wiha Serok Mesûd Barzanî beriya vekişîna Hevpeymaniyê dabû xuyakirin ku ti garantî tune ye ku DAIŞ careke din dernekeve holê.

Li hember van fikaran, Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Iraqê Yahiya Resûl tekez kir ku ji ber şiyanên leşkerî yên bihêz, dubarebûna bûyerên sala 2014an nepêkan e.