PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya peyameke fermî ya li ser hesabê xwe yê Xê ,ji bo koça dawî ya xuşka Serokê Erkanê Artêşa Iraqê Ferîqê Yekem Rukn Ebdulamîr Reşîd Yarallah, serxweşî li wî û malbata wî kir.
Barzanî di peyama xwe de da xuyakirin ku ew hevparê xemgîniya malbatê ne û ji Xudayê Mezin daxwaz kir ku xudêjêrazî bi dilovaniya xwe şad bike û sebrê bide malbat û xizmên wê.