PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî îro ji bo beşdarbûna di Lûtkeya Aborî ya Pêşketin û Veberhênanê ya Silêmaniyê de gihiştin cihê civînê.
Di lûtkeyê de ku Serokomarê Îraqê Nizar Amedi jî tê de amade ye, nîqaşên asta bilind li ser aramiya herêmî û rêveberiyê tên kirin.
Merasîma vekirina lûtkeyê bi rêzgirtina ji bo sirûdên neteweyî dest pê kir.
Serkirde û siyasetmedarên payebilind li ser geşedanên aborî û derfetên veberhênanê yên li herêmê danûstandinan dikin.