PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêncşemê pêşwaziya Cîgirê Edmîral Edward Ahlgren, Berpirsê Bilind ê Leşkerî yê Brîtanyayê yê ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û şanda yaverê kir.
Di civîna ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê jî tê de amade bû, mijarên wekî alîkariya ewlehiyê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê, kontrolkirina çekan, pêngavên yekxistina hêzên Pêşmerge û rewşa ewlehiyê ya herêmê hatin nirxandin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Brîtanyayê ya di warê perwerde û berpirsyariya leşkerî de kir û tekezî li ser girîngiya hevahengiya hevpar a ji bo têkbirina bermayiyên Daîşê kir.
Aliyê Brîtanî jî tekez kir ku ew bi girîngî li têkiliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re dinêrin û amade ne ku hevparî û alîkariyên xwe yên ewlehiyê bidomînin.