PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser dawetkirina serokê Sûriyê Ahmed Şara seredana Şamê kir. Li balafirgeha navdewletî ya Şamê, Barzanî ji aliyê rayedarên di asta bilind de bi protokol hat pêşwazîkirin
Paşî bi merasimekî fermî ya li koşka serokkomariya Şamê, merasim hat li darxistin û Barzanî ji aliyê Ahmed Şara de hat pêşwazîkirin. Di merasimê de ala Kurdistanê û ya Sûriyê bilind dibûn.
Li gor ragihandina serkirdayetiya herêma Kurdistanê; wê di hevdîtinê de li ser têkiliyên Kurdistanê û Şamê, derfetên hevkariya bi hev re û pêşdeçûnên herî dawiyê yên li herêmê biaxifin.