Nêçîrvan Barzanî û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin civiyan

PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandinek belav kir û tê de amaje da ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh êvarî, di çarçoveya karên Lûtkeya Avûhewayê (COP31) de li Antalyayê, li gel Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Niştimanî ya Tirkiyeyê (MÎT) Ibrahim Kalin civiya.

Di wê ragihandinê de hatiye ku di wê civînê de, peywendiyên Tirkiyeyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û xurtkirina alîkarî û hevahengiya hevpar bi taybetî di warê parastina ewlehî û aramiyê de, herwisa giringiya hevahengiya di navbera Enqere, Bexda û Hewlêrê de di vî barî de hatin behskirin.

Li gorî wê ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, di tewerekê din ê wê civînê de li ser rewşa deverê, herdu aliyan tekez li ser berdewamiya harîkariyê bo rûbirûbûna astengiyan û parastina aramî û tenahiyê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê her doh di çarçoveya karên COP31ê de li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê hejmareka hevdîtinên dîplomasî yên bilind ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres, Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler kir û di wan hevdîtinan de pirsa guhartina keşûhewayê, tenahiya deverê û peywendiyên dualî nîqaş kirin.