Hacî Mehmûd: Em li dijî du-îdareyiyê ne û ti kes nikare min bigire

Hacî Mehmûd: Em li dijî du-îdareyiyê ne û ti kes nikare min bigire

PeyamaKurd - Serokê Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ragihand ku ew heta dawiyê li dijî pergala du-îdareyî û dabeşkirina Herêma Kurdistanê ne.

Hacî Mehmûd her wiha diyar kir ku ji nû ve aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê erkekî bilind ê neteweyî ye.

Li ser biryara dadgehê ya ji bo desteserkirina wî, Mihemed Hacî Mehmûd bersiveke tund da û got: "Di 50 salên borî de ti kesî nekariye min bigire."

Hacî Mehmûd, biryarên dadgehê neheq bi nav kirin û anî ziman ku divê ew dadgeha biryar dayî bi xwe bê darizandin.