Hacî Mehmûd: Prastina statuya Kurdistanê erka her kesî ye

Hacî Mehmûd: Prastina statuya Kurdistanê erka her kesî ye

PeyamaKurd - Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd di civîneke rojnamevaniyê de girîngiya yekrêziya navbera PDK û YNKê anî ziman û hêviya xwe anî ziman ku di demeke nêzîk de parlamento çalak bibe û kabîneya nû ya hikûmetê bê avakirin.

Hacî Mehmûd da zanîn ku ji ber barê giran ê li ser milê her du aliyan, nêzîkbûna wan bandoreke rasterast li ser jiyana welatiyan dike.

Li ser mijara vekişandina hêzên hevpeymanan a ku heta 30ê Îlonê tê çaverêkirin, Mihemedê Hacî Mehmûd destnîşan kir ku divê gelê Kurd di şûna piştgiriya hêzên derve de, pişta xwe bi hêz û îradeya xwe ya navxweyî girê bide.

Herwiha da xuyakirin ku parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê ku berhemê xwîna şehîdan e, erkê her kesî ye.