PeyamaKurd - Wezîrê Darayî yê Iraqê Falih Sarî fermanbenda hesabgiriyê (Fermanhêya Jimêryarî) spartiye ku perê mûçeyê meha 10an ê karmendên Herêma Kurdistanê bişîne.
Piştî vê rênimayiyê, tê çaverêkirin ku di demeke kurt de proseya veguhastina drav ji bo benderên darayî yên Herêmê dest pê bike û dabeşkirina mûçeyan pêk bê.
Ev biryara Bexdayê di demeke krîtîk de tê ku nîqaş û gotûbêjên li ser budce û mûçeyên fermanberan di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta federal a Iraqê de berdewam dikirin.
Bi şandina mûçeyê meha cotmihê(çiriya pêşîn), astengiyek din a aborî di navbera herdû aliyan de çareser dibe.