PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî îro Sêşemê serdana Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal kir û li wir civîneke hevbeş ligel Serokê Dîwanê, Serokê Desteya Paqijiyê bi amadebûna Wezîrê Darayî birêve bir. Zeydî ferman da ku di nav 10 rojan de rapora kontrola rêgirtina gendelîyê û nirxê girêbestên aborî were amadekirin.
Di civînê de hat eşkerekirin ku divê rêbaza çavdêriya pêşwext (rêgirtina beriya îmzekirina girêbestan) li hemû saziyan bibe bingeh da ku pirsgirêk beriya derkevin bên çareserkirin.
Zeydî ferman da ku tîmeke pispor ji bo vê kontrolê bê avakirin ku di nav 10 rojên kar de xebatên xwe bi dawî bîne û nirxê girêbestan di çarçoveyeke qanûnî û fênî de diyar bike;.
Serokwezîr Zeydî tekez kir ku divê Dîwana Çavdêriya Darayî ji hemû bandorên siyasî û berjewendiyên komî dûr be û tenê li gorî pîvanên profesyonelî, bêalî û şiyana teknîkî kar bike.