Nêçîrvan Barzanî cîgirên nû yên Serokwezîrê Iraqê pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî cîgirên nû yên Serokwezîrê Iraqê pîroz kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî îro Înê sê peywendiyên telefonî yên cuda ligel Alîkarên nû yên Serokwezîrê Iraqê Muhsîn Mendelawî, Leys Xezelî û Mihemed Cibûrî pêk anîn.

Barzanî bi mebesta wergirtina baweriya Civata Nûneran (Parlamentoya Iraqê) û destpêkirina erka wan a nû wekî alîkarên serokwezîr, pîrozbahî li wan kir.

Pîrozbahiya ji bo temabûna kabîneyê

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di van peywendiyan de Serokê Herêma Kurdistanê hêviya serkeftinê di cîbicîkirina erkên wan de daxwaz kir û hêvî xwest ku ew di xizmeta welat û welatiyan de bi ser bikevin.

Her wiha Neçîrvan Barzanî ji bo temamkirina yekcarî ya kabîneya wezîran a di bin serokatiya Serokwezîr Elî Zeydî de, pîrozbahî li civata wezîran û hemû endamên hikûmetê kir.