Dadweriya Iraqê: Divê hemû alî pabendî destûra 2005an bin

Dadweriya Iraqê: Divê hemû alî pabendî destûra 2005an bin

PeyamaKurd - Civata Bilind a Dadweriyê ya Iraqê îro daxuyaniyek belav kir û bang li hikûmeta federal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû hêzên siyasî kir ku bi metnên destûra sala 2005an ve pabend bimînin.

Civatê destnîşan kir ku Iraq dewleteke federal, yekgirtî û serbixwe ye ku sîstema wê ya birêvebirinê komarî, parlamentoyî û demokratîk e, û tekez kir ku tenê saziya xwedî desthilata şîrovekirina metnên destûrî Dadgeha Bilind a Federal e.

Ev daxuyanî piştî wê hat ku Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî rêze biryar derxistibûn ji bo radestkirina zeviyên neftê û dergehên sînorî yên di bin kontrola Herêma Kurdistanê de ku li navçeyên di çarçoveya Madeya 140î de cih digirin.

Piştî van biryaran rageşî zêde bûbû û berpirsên Herêma Kurdistanê bertekên tund nîşan dabûn û biryar wekî dijî destûrê bi nav kiribûn.

Her wiha îro sibehê Nivîsgeha Çapemeniyê ya Serokwezîr Elî Zeydî jî ragihandibû ku biryarên wan "temamî meseleyeke neteweyî ne", meşrûiyeta xwe ji ti aliyekî derve nagirin û tenê li ser bingeha destûr, yasa û berjewendiyên bilind ên welêt tên wergirtin.