Serok Barzanî: Divê hemû alî vegerin ser peymana sereke ya Destûra Iraqê

Serok Barzanî: Divê hemû alî vegerin ser peymana sereke ya Destûra Iraqê

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 24ê Tebaxê pêşwazî li şandeya Encûmena Parêzgeha Selahedînê kir. Şandeya mêvan ji ber salvegera 80êmîn a damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pîrozbahî li Serok Barzanî kir û rola wî ya dîrokî di avakirina "Iraqa nû" de bilind nirxand.

Endamên Encûmena Selahedînê spasiya Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kirin ku di dema êrîşên terorîstên DAIŞê de, deriyên xwe li ber awareyên parêzgeha wan vekirine. Şandeyê ev helwest wekî "nimûneya bilind a mirovdostî û biratiyê" pênase kir. Herwiha qurbanîdana Hêzên Pêşmerge ya ji bo ewlehiya herêmê û parastina pêkhateyan hat bilind nirxandin.

Şandeya mêvan daxwaz kir, hevahengiyeke xurt di navbera yekeyên îdarî yên parêzgeha Selahedîn û parêzgehên Herêma Kurdistanê de hebe, da ku ew bikarin ji ezmûna serkeftî ya avadankirin û îdarî ya Herêmê sûd wergirin.

Serok Barzanî bi germî xêrhatina şandeyê kir û destxweşiya wan kir ji bo wê hevahengî û pêkjiyana ku di navbera pêkhateyên neteweyî û olî yên Selahedînê de heye. Serok Barzanî kurteyek ji dîroka tevgera rizgarixwaz a Kurdistanê pêşkêş kir û tekez kir ku biratî û tebayî, bingeha jiyana li Iraqê ye.

Serok Barzanî got: "Spas ji bo Xwedê, rejîmên berê yên Iraqê nekarîn nakokiyên siyasî yên gelê Kurdistanê yên ligel hikûmetan, bikin nakokiyên navbera gelên Iraqê. Biratiya me ya bi gelê ereb û pêkhateyên din re her dem mayinde ye."

Derbarê rewşa siyasî ya Iraqê ya piştî sala 2003an de, Serok Barzanî destnîşan kir ku divê hemû alî vegerin ser peymana sereke û got: "Destûra Iraqê nexşerêyeke guncaw e ji bo çareserkirina hemû wan kêşe û astengiyên ku niha di navberê de hene."

Di dawiya civînê de Serok Barzanî bersiva pirs û têbîniyên endamên encûmenê yên derbarê rewşa siyasî, ewlehî û îdarî ya herêmê de da û nêrînên xwe yên ji bo paşerojeke aramtir parve kirin.