PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê ku di heman wextê de serfermandarê giştî yê artêşa Iraqêye, Ali Falih Zeydi, serokê Îstîxbarata Netewî yê Iraqê (INIS) Hamid Şatri ji ser karê wî girt
Bi fermana ku ji aliyê ofîsa serokwezîrtiya Iraqê de û bi îmza rêvebirê ofîsê Reşad Xelef Haşim de hatibû îmzakirin, bi fermana di roja 26ê Cotmeha 2026an de, bi fermî dawiyê li karê Hamid Şatrî anîn.
Biryarnama ezla ji serokatiya îxstîxbaratê çawa hat belavkirin, wezîfa Şatrî jî qediya. Lê li ser sedema ku wî ji ser kar girtine ti agahî nehat dayîn.
Di raya giştî de bi navê "Hamid Şatri" tê zanîn lê esas navê wî Hamid Reşid Fuleyh e û dema di sala 2003an de Saddam ji ser hukim xistin, Şatri di mekanizmaya îstîxbaratê de navekî ku herî zêde bandora wî heye.
Şatrî, di çaxa Saddam Huseyin de ketiye zîndanê, li sirgûnê maye, firar bûye û paşî hatiye Herêma Kurdistanê (1997) di nav muxalefeta Iraqê de xebatê kiriye.
Dê rêvebiriya Iraqê dê kî deyne şûna Hamid Şatri diyar nîne.