Bexda dest bi şandina nefta spî bo Kurdistanê dike

Bexda dest bi şandina nefta spî bo Kurdistanê dike

PeyamaKurd - Wezareta Petrolê ya Iraqê îro 1ê Mijdarê ragihand, Wezîrê Petrolê yê Iraqê Basim Mihemed Xuzeyîr ferman daye Kompaniya Dabeşkirina Berhemên Petrolê da ku rêkarên pêwîst ji bo amadekirin û veguhastina pişka nefta spî ya bo Herêma Kurdistanê zûtir bixin warê cîbicîkirinê.

Hêjayî gotinê ye, salane ligel nêzîkbûna werzê zivistanê û daketina pileya germahiyê, pêdivî û daxwaza welatiyan a li ser nefta spî ji bo germahiya malan li Iraq û Herêma Kurdistanê zêde dibe; bi taybetî li herêmên çiyayî ku serma zûtir lê serdest dibe.

Di salên borî de di şandina berhemên sotemeniyê de ji aliyê Bexdayê ve carinan pirsgirêk derdiketin lê belê di çarçoveya rêkeftin û hevtêgihîştinên navbera Hewlêr û Bexdayê, hikûmeta navendî salane birrek nefta spî bi bihayê piştevanîkirî ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê peyda dike.

Dabeşkirina vê neftê dê li gorî kûponên fermî û bi rêya birîkarên belavkirina xurekê li parêzgehên Herêma Kurdistanê were kirin.