PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Îranê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Iraqê kir ku geştên asmanî yên di navbera her du welatan de ji nû ve werin destpêkirin.
Di daxuyaniyê de cezayên Amerîkayê yên ku bazirganî û ragihandina hewayî ya Îranê dikin armanc hatin şermezarkirin, û hat gotin ku ev tedbîr binpêkirina hiqûqa navneteweyî û pîvanên mafên mirovan in.
Wezaretê bal kişand ser têkiliyên dîrokî, çandî û olî yên di navbera Îran û Iraqê de û destnîşan kir ku sînorkirinên li ser seferên hewayî bi berjewendiyên her du gelan re nayê qebul kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev astengî ji bo bi sed hezaran rêwî, nexweş, xwendekar û karsazan dibin sedema zehmetiyên mezin, û hat xwestin ku tevî rêzgirtina li serweriya Iraqê, li hemberî zextên Amerîkayê biryarên guncaw werin girtin da ku geştên hewayî vegerin rewşa xwe ya asayî.