Daxwaza betalkirina civîna Parlamentoya Kurdistanê hat redkirin

Daxwaza betalkirina civîna Parlamentoya Kurdistanê hat redkirin

PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê daxwaza ku digot berdewamiya xebatên Xula 6an a Parlamentoya Kurdistanê li dijî destûrê ye, red kir.

Dadgehê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev mijar derveyî desthilat û erka wê ye.

Di serî de di 15ê Mijdarê de daxwaza girtina tedbîrên lezgîn a ji bo rawestandina rûniştinên parlamentoyê hatibû redkirin, û di doza bingehîn de jî Dadgehê bi serokatiya Mûnîr Huseyîn Îbrahîm û bi beşdariya hemû endaman daxwaz bi biryareke yekdengî red kir.

Dadgehê destnîşan kir ku li gorî madeya 93an a Destûra Iraqê ya 2005an, erka wê tenê parastina lihevhatina qanûnan bi destûrê re ye û li ser vê bingehê ev doz ji derveyî sînorên desthilata wê ye.

Ev biryar li ser hemû saziyan mecbûrî û girêdayî ye.