PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Kurdistanê bang li hemû parlamenteran kir ku roja Çarşemê, 4ê Mijdara 2026an saet 11:00an li hola parlamentoyê amade bibin.
Armanca vê bangê temamkirina rêkarên rûniştina yekem a xola şeşem û rêgirtina li berdewamiya pekkirina saziya yasadanînê ye, ku nêzîkî du sal in piştî helbijartinên 2024an bi temamî nehatiye aktivîzekirin.
Fraksiyona PDKê de hat destnîşankirin ku xebata parlamentoyê ji ber temamnebun an bicihneanîna rêkarên yasayî yên rûniştina yekem asteng bûye.
Parlamenteran tekez kir ku pekkirina saziyê li dijî prensîbên demokratîk û berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê ye, ji ber wê jî bang li hemû aliyên siyasî hate kirin ku berpirsiyariya xwe ya dîrokî li hemberî dengderan û aramiya herêmê bi cih bînin.