PeyamaKurd - Li Fransayê xwepêşandanên xwendekaran ku ji du hefteyan vir ve dest pê kiribûn, berfireh bûn û di roja dawî de mamoste û malbat jî tevlî bûn.
Li gorî amarên Wezareta Navxweyî zêdetirî 250 hezar kesî tevlî meşên li dehan bajaran bûn, lê organîzatoran ev hejmar 450 hezar kes ragihand.
Xwepêşander balê dikişînin ser kêmbûna mamosteyan, pirsgirêkên binesaziyê û şert û mercên xirab ên wekî mişk û pirsgirêkên avê yên li dibistanan.
Polîsan li bajarên wekî Paris, Strasbourg, Rennes û Toulouseê bi gaza rondikrêj û avê mudaxeleyî xwepêşandanan kir.
Serokwezîr Sebastien Lecornu ev xwepêşandan wekî "protestoyên herî tund ên çend dehsalên borî" pênase kir û Serokomar Emmanuel Macron jî xwest ku civîneke lezgîn a krîzê bê lidarxistin.
Ji destpêka xwepêşandanan ve zêdetirî 6 hezar û 100 kes hatine desteserkirin, bi sedan polîs û xwepêşander jî birîndar bûne.