Mesrûr Barzanî: "Ez şampiyonê cîhanê Agît Kabayel ji dil û can pîroz dikim"

Mesrûr Barzanî: "Ez şampiyonê cîhanê Agît Kabayel ji dil û can pîroz dikim"

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber serkeftina wî ya dîrokî û parastina kembera şampiyoniya cîhanê ya sîkleta giran (WBC), boksorê Kurd Agît Kabayel pîroz kir.

Mesrûr Barzanî di peyamekê de li ser tora civakî ya Xê ragihand: "Ez şampiyonê cîhanê yê boksê yê Kurd Agît Kabayel ji ber serkeftina wî ya dîrokî û parastina kembera şampiyonê cîhanê yê sîkleta giran (WBC) ji dil û can pîroz dikim. Hêviya serkeftin û bipêşketina berdewam ji wî re dixwazim."

Nakawta teknîkî di raunda duyem de

Peyama Serokwezîr piştî wê yekê hat ku berbanga îro bi amadebûna 53 hezar alîgiran li Stadyuma Esprit Arenayê ya li bajarê Düsseldorfê yê Almanyayê, Agît Kabayel li hemberî rikeberê xwe Nelson Hysa serkeftineke bilez bi dest xist. Kabayel di raunda duyem de bi nakawta teknîkî (TKO) bi ser ket; di xuleka 2:42an a raunda duyem de tîma rahênerên Hysa ji ber birîndarbûna enîşka lîstikvanê xwe xawliya teslîmbûnê avêt nava rîngê.

Boksorê Kurd piştî serkeftinê bi Alaya Kurdistanê derket ser rîngê û di yekem daxuyaniya xwe de got: "Bijî Kurd, bijî Kurdistan." Agît Kabayel niha di kariyera xwe de bêyî ti têkçûnê xwediyê 28 serkeftinan e ku 20 ji wan bi nakawtê ne.