PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, radigand: “Ji nû ve çalakkirina parlamentoyê ji bo parastina rewatiya saziyan bûye ne li dijî ti aliyekî, hevdem tekez dike ku dabeşkirina 50 bi 50 derbirînê ji cewherê demokrasiyê nake û nabe qet şerê navxwe li Kurdistanê hebe; derbarê Bexdayê de jî tekez dike ku çareseriya pirsgirêkan bi rêzgirtina li destûr û federaliyê dibe.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja Şemiyê, 21ê Mijdara 2026an, di hevpeyvîneke taybet de li gel kenala (Şems), helwesta xwe derbarê rewşa navxweyî ya Herêmê, ji nû ve çalakkirina parlamentoyê, peywendiyên li gel Bexdayê û Serokwezîrê nû yê Iraqê, êrîşên li ser Kurdistanê, rewşa Sûriyeyê û proseya avedankirina Herêma Kurdistanê xiste rû.
Pêşketina Kurdistanê û redkirina dabeşkirinê
Di destpêka axaftinên xwe de û derbarê pêşketinên Herêmê û gotegotên dabeşkirina Kurdistanê de, Mesrûr Barzanî ragihand: Ew pêşketina ku li Kurdistanê tê dîtin, berhema xebata çendîn sal û dehsalên gelê me ye û vedigere bo Pêşmergeyan, kesûkarên şehîdan û hemû wan kesên ku di wan salan de canê xwe gorî kir ji bo pêkanîna tiştê ku îro tê dîtin.
Her wiha amaje bi wê yekê da, "Ez her tim xwe wekî beşek ji vê civakê û beşek ji vê axê dizanim, rehê me di vê axê de kûr e; lewma her çi ku em dikin, bi hemû dilê min, bi piştgiriya tîma min û bi têgihiştina xelkê jî dikin."
Serokê Hikûmetê tekez kir ku ligel vê pêşketinê, girîngtirîn tişt ew e ku gelê me ji biha û pêgeha xwe têbigihîje û mafên wan wekî neteweyekê û tiştê ku ew şayesteyî wê ne, bêne bîranîn. Her wiha destnîşan kir ku ew gelekî dilxweş e bi tiştê ku hatiye bidestxistin, lê girîngtirîn xal niha ew e ku çawa bikaribin destkeftiyan biparêzin.
Derbarê geşedanên dabeşkirina Kurdistanê de jî got: Bêguman bi ser nakeve, ji ber ku kesî ne maf û ne jî desthilata wî ya dabeşkirina Kurdistanê heye. Kurdistan berhema şehîdên me ye, ya Pêşmergeyên me, gelê me û xweragiriya gelê me ye; me ji bo van destkeftiyan mandîbûneke mezin dîtiye û kes nikare Kurdistanê li gorî arezûya xwe yan ajendayeke biguman dabeş bike.
Ji nû ve çalakkirina parlamentoyê, parastina demokrasiyê û bidawîhatina hevkêşeya 50 bi 50
Derbarê hebûna danûstandinan li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û sedema ji nû ve çalakkirina parlamentoyê de, Mesrûr Barzanî got: Her tim hêvî heye û wan qet ti deriyek negirtiye û tiştê ku wan kiriye qet li dijî kesî nebûye, lê di wê baweriyê de ye ku karvedana YNKê zêde lojîkî nebûye.
Her wiha diyar kir, du sal bûn ku hilbijartin li Herêma Kurdistanê hatibû kirin û parlamentoyê nedikarî bicive ji ber nakokiyên li ser postan û pêkanîna hikûmetê, heta gihîşt wê astê ku neyarên wan gilî birin Dadgeha Federal da ku parlamento û hikûmet werin hilweşandin û rewatî bikeve bin pirsiyarê. Di wê qonaxê de du bijarde li pêşiya wan bûn; yan parastina rewatiya saziyên xwe yan rûbirûbûna encamên karvedanên nalojîkî yên neyaran. Wekî berpirsiyariyeke neteweyî û exlaqî li hember hemû wan kesên ku baweriya wan bi Herêma Kurdistanê û mafên wê heye û li hember dengderan ku dengê xwe dane parlamenteran, wan gav avêt bo ji nû ve karakirina parlamentoyê ku li dijî ti kesekî din nebû.
Her wiha got: Ew karvedana ku me dît zêdegavî bû di nêrîna hin kesan de li ser wê yekê ku kar çawa bin. Rewatiya Herêma me û saziyên me girêdayî proseya demokrasiyê ye û li ser pîvan û nêrîna tenê kesekî nehatiye damezrandin. Tiştê ku me kir ji bo parastina saziyan û piştrastbûna ji parastina rewatiya Kurdistanê bû; mebesta me afirandina keşekî ye da ku parlamento careke din kar bike û paşê danûstandin li ser pêkanîna hikûmetê ji nû ve dest pê bike û deriyên me vekirî ne ji bo her kesê ku baweriya wî bi proseya demokrasiyê û pêşeroja Kurdistanê hebe.
Di bersiva pirsekê de jî derbarê berevanîkirina li ezmûna demokrasiya Herêmê de, Serokê Hikûmetê dupat kir ku demokrasî û destkeftiyên gel diparêzin û tiştê ku wan kiriye ji destpêkê ve ne hêsan bûye, lewma gavekê paşde venakişin ji ber ku kesekî bawerî bi demokrasiyê nîne. Hevdem ragihand: "Bila em rastgo bin; me hilbijartin kir û encam hebû, divê rêz li van encaman were girtin. Eger kesekî ew kursiyên ku li bendê bû bi dest nexistin, nayê wê wateyê ku divê tevahiya proseyê rawestîne yan felc bike tenê ji ber ku di hilbijartinekê de encameke wî ya baş nebûye. Divê encamê qebûl bike û paşê yan bibe beşek ji hevpeymaniya pêkanîna hikûmetê yan jî di opozîsyonê de bimîne; demokrasî li piraniya cîhanê bi vî awayî ye, lê nêrîna 'yan bi gotina min yan jî hîç' nayê qebûlkirin û xizmetê ji xelkê re nake."
Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku gelekî zelal bû YNKê, mixabin, bi wê hevpeymaniya ku li gel aliyekî din pêk anî, ne bi proseya demokrasiyê, belkî bi bikaranîna hêzê rûbirûyî wan bû û bi kiryarî parlamento felc kir yan ji bo dema du salan wekî barimte girt û nehişt karên xwe bike.
Her wiha got: Di destpêkê de dema du salan parlamentoya me nebû, wan gazinde dikir ku parlamento nîne û divê bê hilweşandin; niha ku parlamento ji nû ve hatiye çalakkirin, dîsa gazindeyan dikin û dibêjin em qebûl nakin û divê were hilweşandin. Divê biryarê bidin ka gelo li gel proseya demokrasiyê ne yan li dijî wê ne. Her ew bûn ku helwesteke gelekî neyînî li hember nivîsandina destûra Kurdistanê wergirt, ku di destûra Iraqê de jî hatiye divê Herêmê destûra xwe hebe; lewma rêgirtina li van saziyên rewa tenê ji ber ajendaya wan a taybet di dema nebûna saziyan de nayê qebûlkirin û piraniya xelkê Kurd qebûl nake, ji ber ku rewatî ji dengê xelkê tê.
Derbarê egera derketina şerê navxwe de, Mesrûr Barzanî got bersiva sade “na” ye ku qet careke din dest pê nake. Her wiha zelal kir, hilbijartin çar salan carekê ji bo wê yekê tê kirin ku serkeftiyek hebe û ewên ku bi ser neketine di hilbijartina bê de derfeta wan heye.
Dupat kir ku dabeşkirina 50 bi 50 derbirînê ji cewherê demokrasiyê nake; eger aliyekî 50%ê dengan nebe, nikare daxwaza 50%ê hikûmetê yan desthilatê bike, lê PDKê bi dirêjahiya salan serkeftiya hemû hilbijartinan bûye û gelekî sazişkar jî bûye û her tim amade bûye zêdetir bide rikberên xwe di pêxema yekrêziya niştimanî, aştî û avedaniyê de. Lê vê carê mijar ne nakokiya du partiyan e, belkî parastina saziyên rewa bi xwe û rewatiya tevahiya Herêma Kurdistanê ye.
Derbarê şerê navxwe de jî got: Serok Barzanî her tim gotiye nabe ti şerekî navxwe yê Kurdan hebe, bangewaziya min jî bo tevahiya Kurdistanê ew e ku divê em xwe ji şerê navxwe di nav Kurdan, navçeyan û partiyan de dûr bigirin û nabe Pêşmerge rûbirûyî hev bibin û şerê hev bikin; divê em wê yekê derbas bikin ku li ser nakokiyên siyasî bi şêweyê serbazî rûbirûyî hev bibin.
Bersiva gotegotên medyaya civakî û hewlên ji bo pêkanîna hikûmeta nû
Derbarê wan gotegotên ku li medyaya civakî hatin belavkirin li ser desteserkirina hin kesan li hotêlan, revandina zarokan û gefxwarina li malbatan, Serokê Hikûmetê ew gotin wekî 'bêwate' bi nav kirin û ragihand ku gelek kes hest bi berpirsiyariyê li hember dengderên xwe dikin û şerm dikin ku nikarin erkê nûneratiya xwe di parlamentoyê de cîbicî bikin.
Amaje bi wê yekê da ku ji bilî endamên PDKê û hevpeymanên wê, endaman ji partiyên din jî wekî YNK, Newey Niwê û yên din xwestine beşdariyê di rûniştina parlamentoyê de bikin û wê ji nû ve çalak bikin û bibin xwediyên şerefa rizgarkirina saziyê û pesnê karê wan da û got: Di bin ti zextekê de nebûn.
Her wiha tekez kir, rastî bi temamî berevajî gotegotan e; ji ber ku aliyên din bûn ku xelk aciz dikir da ku neyên parlamentoyê, endamên malbatên wan digirtin û gefa encamên tund li wan dixwar, û dema ku nekarîn rêgiriyê li temambûna rêjeya yasayî bikin, dest bi belavkirina wan tometên erzan û bêwate kir ji bo veşartina şikesta xwe, di demekê de ku hemû beşdarên rûniştinê bi biryar û piştgiriya xwe ya temam hatibûn.
Di bersiva pirsa sazişkirinê de jî ji bo pêşvebirina Herêmê, Mesrûr Barzanî got: Mijarê peywendî bi kesayetiya wî ve nîne, belkî girêdayî proseya demokrasiyê û rêzgirtina li îradeya gel e ku biryarê dide ka çi hikûmet û pêşerojekê dixwaze.
Eşkere kir ku wan ragihandiye ew amade ne gelekî bexşende û nerm bin di pêşniyarên xwe de ji bo pêkanîna hikûmeteke giştgir li gel hevbeş û hevpeymanan û hemû serkeftiyên parlamentoyê, lê sînorê her tiştî heye û divê di çarçoveyeke guncaw de û li ser bingeha rêzgirtina li encamên hilbijartinan be. Her wiha hêvî xwest ku di wê dema li ber dest de bikaribin bêyî girjiyên nepêwîst rêyeke aştiyane bibînin û ew jî bên ser hişê xwe û baweriya wan bi wê yekê hebe ku yekrêziya Kurdistanê di berjewendiya hemûyan de ye, lê prose ranaweste eger kesek nexwaze bi şêweyekî lojîkî serederiyê bike.
Peywendiya li gel Bexdayê, federalîzm û Elî Zeydî
Mesrûr Barzanî derbarê peywendiyên li gel Bexdayê de diyar kir ku Iraq li gorî destûrê welatekî federal e û Kurdistan xwediya qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye û her wekî çawa erkê wê heye, mafên wê yên diyarkirî jî hene ku divê rêz li wan were girtin. Pirsgirêka sereke vegerand bo 'hişmendiya hin kesan' ku hîn jî ji federalîzmê tênagihin yan qebûl nakin û destûrê wekî pakêtekê cîbicî nakin, belkî bi şêweyekî bijartî serederiyê li gel madeyan dikin.
Her wiha tekez kir ku federalîzm ne dabeşbûn e, belkî dabeşkirina berpirsiyariyê ye; dema destûra Iraqê hat nivîsandin, Herêma Kurdistanê berê qewareyeke serbixwe ya defakto bû, lê bi xwesteka xwe hilbijart ku bibe beşek ji Iraqeke federal bi wê baweriyê ku bi berpirsiyariya hevbeş welatekî baştir ava dikin ku tê de mafê hemû pêkhateyan bê parastin û ti netewe, partî yan grûpeke mezhebî li ser kêmaniyan baladest nebe.
Her wiha got: Dema hêzeke baladest bixwaze te biçûk bike yan ji jor ve li te binêre, bertek çêdibe û yê ku ji dîrokê fêr nebe mehkûmî dubarekirina wê ye; lewma baştirîn tişt ji bo Iraqa îro rêzgirtina li destûr û federalîzmê û karkirina bi hev re ye.
Derbarê Serokwezîrê nû yê Iraqê, Elî Zeydî de, Mesrûr Barzanî got: Mijarê qet peywendî bi kesayetiyê ve nîne û rêzeke wan a mezin ji bo Serokwezîr Zeydî û hemû serokwezîrên din heye, belkî girêdayî mafên Herêma Kurdistanê li Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî ye.
Tekez kir ku wan tevahiya piştgiriya xwe daye Serokwezîr Zeydî bi wê hêviyê ku bigihin rêkeftinê û rewşeke baştir ji bo tevahiya welat peyda bibe; her çend heta niha pirsgirêk neçareserkirî mane jî, lê armanca wan zelal e ku piştgirîkirina serokwezîrekî ye ku destûrê wekî xwe cîbicî bike û rêzê li mafên Herêmê bigire.
Piştgiriya Amerîkayê, artêşa Iraqê û çekên derveyî dewletê
Derbarê nîgeraniya Kurdan a li ser egera nemana parastina Amerîkayê de, Serokê Hikûmetê bi cihê diltengiyê zanî ku xelkê nav yek welatî nîgeran bin ji baladestiya hêzeke serbazî li ser wan û pêwîstiya wan bi hêzeke derveyî hebe ku wan biparêze, lê mixabin dehsalên borî bi vî awayî bûn.
Spasguzariya xwe jî ji bo piştgiriya Amerîkiyan ji Kurdistan û Iraqê re derbirî, bi taybetî dema Iraq li ber lêva herifînê bû li beramberî DAIŞê û di destpêkê de Pêşmergeyan DAIŞ rawestand û neçarî paşvekişînê kir, paşê jî beşên din ên Iraqê bi hêzên xwe yên ewlehiyê ve hatin pêş û bi hev re DAIŞ têk şkand.
Tekez kir ku doza Kurd li Iraqê xwedî rehekî kûr ê dîrokî ye û pêwîstiya wê bi piştgiriya dostan, Amerîka û civaka navdewletî heye, di heman demê de jî hêvîxwaz e ku Bexda wekî qewareyeke namo li Kurdistanê nenêre, belkî wekî stûna piştê ya seqamgîriya siyasî û vejîna aborî ya Iraqê bibîne û nîgeranî bi temamî ji holê werin rakirin.
Derbarê yekxistina artêşa Iraqê û wergirtina çekên mîlîşyayan ji aliyê hikûmeta Elî Zeydî ve, Mesrûr Barzanî got: Hêvîdar e bikaribe wê yekê bike, lê karekî hêsan nîne. Her wiha zelal kir ku artêşa Iraqê û hêzên din ên ewlehiyê yên Iraqê di destûrê de rewa ne û Pêşmerge jî hevtayê artêş û hêzên ewlehiyê yên rewa ye, ango artêşa Iraqê yekgirtî ye; lê hêvî xwest ku Serokwezîr bikaribe hemû wan hêzên ku di destûrê de wekî rewa nehatine hesibandin bixe bin serweriya yasayê. Her wiha got: Di vê erkê dijwar de piştgiriya wî dikin, her çend ajendayên cuda hene jî û metirsî heye ku çareseriyên cuda werin pêşniyarkirin ku xizmetê ji armancê re nekin, lewma divê gelekî hişyar be.
Şerê navçeyê, êrîşên mûşekî, Îran û rewşa Sûriyeyê
Derbarê bandora şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de li ser Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî tekez kir ku Kurdistan ji têwerbûna di her şerekî de bêzar e û dixwaze bi aştî bijî, lê eger êrîş li ser bê kirin, mafê wê yê temam ê berevanîkirina li xwe heye.
Her wiha eşkere kir, mixabin zêdetirî hezar û 50 êrîşên mûşekî û dronî li ser Kurdistanê hatine kirin; hin ji wan li dijî hêzên hevpeymanan, hin ji wan li dijî Kurdistanê bi xwe û hinên din jî li dijî kampên opozîsyona Îranê bûn û di vê hejmarê de jî 50% yan dibe ku zêdetirî 50%ê êrîşan ji nav axa Iraqê ve hatibin encamdan. Pirsî jî ka hikûmeta federal li kû ye: "Eger hikûmeta federal van grûpan kontrol dike, divê lêpirsînê li gel wan bike; eger kontrol jî nake, wê demê valahiyeke mezin di berpirsiyarî û serweriya yasayê de li vî welatî heye ku pêwîst e bê çareserkirin." Dupat jî kir ku armanca wan alîkarîkirina Bexdayê ye ji bo kontrolkirina tevahiya hêzan û her hêzeke ku li derveyî hêzên ewlehiyê yên rewa be, nabe ti cihê wê li welat hebe.
Derbarê gotegotên bikaranîna sînor û axa Herêmê û Kurdên Îranê li dijî welatê Îranê de, Mesrûr Barzanî helwesta fermî ya Herêmê bi zelalî dupat kir ku Kurdistan nabe beşek ji ti rûbirûbûnekê û rê nade axa wê wekî gef yan çavkaniya gefê li dijî ti welatekî cîran bê bikaranîn û her tiştekî din wekî tomet û gotegot bi nav kir.
Derbarê peywendiya li gel Îranê de jî got: Pirsgirêka wan li gel ti cîranekî nîne, lê helwesta dijminkarane ya Îranê ya êrîşkirina li ser Kurdistanê di dema şer de cihê mixabiniyê bûye û nekariye zelalkirineke bawerpêkirî li ser sedema êrîşan bide; tekez jî kir ku niyeta wan zelal e û peywendiyeke baş û dostane ya dualî li gel Îranê dixwazin.
Derbarê rola Herêmê û Serok Barzanî di dosyeya Sûriyeyê û pirsa federaliyê li wî welatî de, Serokê Hikûmeta Herêmê ragihand: Ew nikarin diyar bikin ka çi sîstem ji bo Sûriyan baştirîn e, lê hebûn û mafên gelê Kurd li Sûriyeyê nayên înkarkirin ku pêwîstiya wî bi wekhevî û dadperweriyê heye.
Hevdem pesnê rola mezin a Serok Barzanî da di dûrxistina Kurdan ji milmilanê û şer de ku destkeftiyeke mezin bû û got jî: Ji niha û pê ve pêwîst e Kurd û Şam danûstandinan bikin. Amaje bi wê yekê jî da ku razîbûna Şamê ji bo dana regeznameyê bi Kurdan ku berê wekî welatiyên wekhev nedihatin dîtin derfet û gaveke baş e, her çend hîn jî nayê wateya misogerkirina hemû mafan jî û hêvî xwest ku Sûriye bi tevahiya pêkhateyên xwe ve bigihîje sîstemekê ku hemû tê de hest bi aramî û wekheviyê bikin.
Bawerî, kertê taybet û peyama dawî ji bo xelkê Kurdistanê
Di mijareke din a hevdîtinê de û derbarê çawaniya kişandina veberhêneran û vejîna jêrxan û avedankirinê di jîngeheke girj de, Mesrûr Barzanî got: Kilîl 'bawerî' ye, ji ber ku selimandiye ti mebesteke wî nîne ji bilî xizmetkirina xelkê û rêzgirtina li mafên wan.
Zelal kir ku tevî sizayên berdewam, neşandina budceyê di dema xwe de û nedana mûçeyan, serî li ber fişara aborî netewand û ber bi pêş ve çûn da ku aborî geş bibe û xizmetguzariyên wekî kareba, av, veguhastin, bidîjîtalkirina xizmetguzariyan, nehîştina rotînê, rûbirûbûna gendeliyê û girîngîdana bi perwerde û tenduristiyê dabîn bikin.
Amaje bi wê yekê jî kir ku ji ber sizayan, berbestan û nebûna alîkariyê, budce û darayiya pêwîst li ber destê wan nebûye ji bo cîbicîkirina tevahiya karnameya xwe, lê di demên herî dijwar de her tim hêvî daye xelkê da ku li ser piyên xwe bimînin.
Her wiha spasiya rola girîng a kertê taybet kir ku berpirsiyarî hilgirtiye û bi rêya mekanîzmayên guncaw û misogerkirina mafên wan proje cîbicî kirine. Derbarê cudahiya rêjeya projeyan di navbera navçeyan de jî got: Li hin navçeyên wekî Hewlêr û Dihokê ev geşe û pêşketin tê dîtin ji ber ku kertê taybet zêdetir baweriyê bi desthilata navxweyî tîne, lê li hin navçeyên din nayê dîtin ji ber ku desthilata xwecihî kertê taybet neçar dike ku bibin hevbeşên wan û pişkê bidin wan; ev hukimraniya navxweyî ya xirab sûda wê nîne, di demekê de ku avakirina baweriyê piştgiriya kertê taybet bi dest dixe û eger min piştgiriya zêdetir a navxweyî û navçeyî hebûya, me dê gelekî zêdetir bikira.
Derbarê mîrat û bîranîna xwe li cem xelkê Kurdistanê, Mesrûr Barzanî got: Dixwazim hûn bawer bikin ku min bi hemû dilsozî û şiyana xwe xizmeta wan kiriye; dilxweşî û razîbûna xelkê mezintirîn padaşt e ji bo min û ez tiştekî ji wan naxwazim ji bilî wê yekê ku dilxweş bin û jiyaneke baş bijîn.
Amaje bi wê yekê jî da ku her çend li Amerîkayê bûye û xwendiye, lê piraniya jiyana xwe li vir jiyaye û dema tu li gel xelkê xwe dijî, pêşerojê ava dikî û amade yî li gel wan bijî û bimirî, peywendiyeke kûr di navbera te û xelkê de çêdibe. Tekez kir jî: "Gelê min baştirîn sermaye ye, baştirîn destkeft e û hemû tişt e ku me heye."