PeyamaKurd - Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir di peyama bi boneya 242 saliya bajarê Silêmaniyê de diyar kir ku Silêmanî "dayika rasteqîn" a Herêma Kurdistanê ye û bi ti awayî ji vê qewareyê naxeyide.
Ebûbekir tekez kir ku ti kes piştgiriyê nade dabeşkirina herêmê û mafê tu hêzeke siyasî nîne ku bi awayekî takrewî hikûm bike.
Parêzgarê Silêmaniyê got ku di qonaxa niha de pêwîstiya herêmê bi hikûmeteke komker heye ku xizmeta hemû welatiyan bike û baweriya xwe bi rêveberiyên xwecihî bîne.
Ebûbekir her wiha destnîşan kir ku Silêmanî bajarê pirrengî û dengên cuda ye û xelkê vê bajarê di dîrokê de her dem pêşengiya têkoşîn û çandê kiriye.