THYê ji nû ve dest bi geştên Silêmaniyê kir

THYê ji nû ve dest bi geştên Silêmaniyê kir

PeyamaKurd - Turkish Airlines (THY) piştî navberekê, îro dest bi geştên xwe yên ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talabani ya Silêmaniyeyê ve kir.

Li gorî daxuyaniya balafirgehê, di qonaxa ewil de dê di navbera Stenbol û Silêmaniyeyê de heftê 4 geştên dualî bên lidarxistin, di heman demê de pargîdaniyên wekî AJet, Pegasus û Qatar Airways jî geştên xwe pêk anîn, lê geşta Tehran-Silêmaniyê hate betalkirin.

Li aliyê din, li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê jî tevgera asmanî di asteke bilind de ye.

Rayedarên Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ragihandin ku îro bi giştî 50 geştên hatin û çûnê hatine plankirin ku piraniya wan di dema xwe de hatine kirin.

Geştên ku li Hewlêrê pêk hatin bajarên wekî Stenbol, Enqere, Amsterdam, Amman, Doha, Şarîqa, Dubay, Şam, her wiha Bexda û Basrayê li xwe digirin.