PeyamaKurd - Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Dr. Dilawer Ajgeyî di forumeke navneteweyî ya Ewropayê de ku nûnerên 52 welatan tê de amade bûn, bal kişand ser girîngiya stratejîk a Herêma Kurdistanê ji bo Ewropayê û banga xurtkirina piştgiriya siyasî, aborî û dîplomatîk kir.
Di foruma ku 18ê Mijdara 2026an hate lidarxistin de, Ajgeyî tekez kir ku Herêma Kurdistanê bi pozîsyona xwe ya jeopolîtîk, rola xwe ya di warê ewlehiyê de û tevkariya xwe ya ji bo aramiya herêmî, hevkariyeke stratejîk bi saziyên YE re heq dike.
Ajgeyî her wiha destnîşan kir ku Kurdistanê di warê mêvandariya penaberan, parastina pêkvejiyana olî û neteweyî de ezmûneke mezin a mirovî raber kiriye.
Ajgeyî di hevdîtinên xwe yên li gel parlamenter û dîplomatên Ewropî de silav û spasiyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihandin aliyên peywendîdar.