PeyamaKurd - Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê ragihand, Elî Falih Zeydî fermana wekî şehîd hejmartina herdu welatiyên Kurd Murad Zana û Mihemed Hêmin û qerebûkirina kesûkarên wan derxistiye, piştî ku di lêkolînan de hat tekezkirin ku wan ji ber şaşiyeke hêza Dijeterora Kerkûkê canê xwe ji dest daye.
Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê îro 18ê Mijdara 2026an eşkere kir ku Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Falih Zeydî fermanek ji bo wekî şehîd hejmartina her yek ji welatiyan Murad Zana û Mihemed Hêmin û qerebûkirina malbatên wan derxistiye. Ev biryar piştî wê yekê hat ku di lêkolînan de hat tekezkirin ku herdu qurbanî ji ber şaşiyeke hêzeke ser bi Fewca Dijeterora Kerkûkê ve canê xwe ji dest daye.
Li gorî biryarê ku pişta xwe bi pêşniyara lêjneya lêkolînê ve girê dide, Yasaya Qerebûkirina Ziyandîtiyên Kiryarên Şer û Şaşiyên Serbazî ya hejmar 20 a sala 2009an a sererastkirî herdu qurbaniyan digire nav xwe û hemû maf û îmtiyazatên yasayî dê bi kesûkarên wan bên dayîn.
Roja 27ê Îlona 2026an, di navbera Kerkûk û Pirdê de pevçûneke çekdarî di navbera Dezgeha Dijeterora Iraqê û çekdarên DAIŞê de rû dabû. Di wê bûyera ewlehiyê de, Mihemed Hêmin û Murad Zana ku du xortên Kurd ên xelkê bajarokê Pirdê yê ser bi parêzgeha Kerkûkê ve bûn, hatibûn kuştin.
Piştî wê rûbirûbûna di navbera hêzên Dijeterora Iraqê û çekdarên DAIŞê de li sînorê Pirdê, termê Mihemed Hêmin bi navê “çekdarê DAIŞê” radestî Nexweşxaneya Kerkûkê hatibû kirin. Malbat û xelkê Pirdê li dijî vê tohmetê daketibûn qadan û tekez kiribû ku ew xortekî sivîl û xwediyê firoşgehekê bûye; piştre bi lêkolîn û biryara dadgehê bêgunehiya wî hatibû çespandin û navê wî bi fermî wekî “şehîd” hatibû tomarkirin.