PeyamaKurd - Li taxa El Humsî (Nabulsî) ya bajarê Ceremana yê li gundewarê payteşta Sûriye Şamê, di navbera Hêzên Ewlekariya Giştî û komeke çekdar de pevçûnek rû da.
Li gorî agahiyên pêşîn, di encama vê pevçûnê de endamekî Hêzên Ewlekariya Giştî canê xwe ji dest da û 3 endamên din jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku piştî bûyerê aloziya leşkerî û ewlekariyê li taxê berdewam dike.