Dişad Şehab: Divê mafên Herêma Kurdistanê di budçeya 2027an de bên misogerkirin

Dişad Şehab: Divê mafên Herêma Kurdistanê di budçeya 2027an de bên misogerkirin

PeyamaKurd - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dişad Şahab di bernameyeke televîzyonî de helwesta Hewlêrê ya li ser reşnivîsa budceya 2027an a Iraqê û peywendiyên ligel Bexdayê nirxand. Şahab da zanîn ku reşnivîsa budceyê bi awayekî yekalî hatiye amadekirin û tekez kir ku divê mafên Herêma Kurdistanê berî ku ev pêşniyaz bibe qanûn werin garantîkirin.

Her wiha bal kişand ser daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ku divê maaş û mafên darayî yên fermanberan ji aloziyên siyasî, dahatên neftê û pirsên gumrikê bê cudakirin.

Di çarçoveya hevkariya leşkerî û ewlehiyê de, Şahab behsa civîna dawî ya di navbera Nêçirvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî kir û diyar kir ku bêçekkirina komên çekdar ên neqanûnî û piştî vekişîna hêzên DYAê xurtkirina hevkariya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de xalên sereke yên gotûbêjan bûn.

Derbarê rewşa hundirin a Herêma Kurdistanê û partiyên Rojhilatî de jî, Şahab tekez kir ku Serokatiya Herêma Kurdistanê hewl dide pirsa Kurd bi rêyên diyalogê çareser bibe û tekez kir ku navenda Serokatiyê mal û wargeha hemû Kurdan e.