Kushner: Rûsya ji garantiya Madeya 5an a NATOyê re amade ye

Kushner: Rûsya ji garantiya Madeya 5an a NATOyê re amade ye

PeyamaKurd - Li paytexta Almanya Berlinê, di bin serokatiya Şansolyeyê Almanyayê Friedrich Merz, Serokê Dewleta Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîrê Brîtanyayê Andy Burnham de civîna Koalîsyona Xwênexistiyan hate lidarxistin.

Di civînê de nûnerên taybet ên DYAê Jared Kushner û Steve Witkoff, Serokê Dewleta Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy, Nûnerê Bilind ê NATOyê Mark Rutte, rayedarên YE û Wezîrê Berevaniya

Neteweyî yê Tirkiyeyê Yaşar Güler amade bûn. Serokê DYAê Donald Trump jî rasterast bi rêya telefonê beşdarî civînê bû.

Ji aliyê dîplomatîk û ewlehiyê ve encam û daxuyaniyên herî girîng ên vê civînê ev in:

Garantiya Ewlehiyê ya Maddiya 5an a NATOyê: Nûnerê Taybet ê DYAê Jared Kushner ragihand ku wan aliyê Rûsyayê qayîl kiriye da ku piştî bidawîbûna şer, ewlehiya Ukraynayê li ser bingehê Maddeya 5an a Peymana NATOyê (Garantiya parastina hevbeş) bê misogerkirin.

Kushner tekez kir ku Trump jî ji ji bo vê sîstemê vekirî ye.

Şansolyeyê Almanyayê Merz û Serokê Ukraynayê Zelenskyy diyar kirin ku divê civîna nû ya aştiyê di çarçoveya çarçoveyeke 4alî de (DYA, Rûsya, Ukrayna û Ewropa) pêk bê.

Tê plankirin ku ev hevdîtin li Îmaratê birêve biçin.

Merz û Macron diyar kirin ku civîna sêalî ya Trump, Putin û Xi ya li Shenzenê tenê "derfeteke kişandina wêneyan" bûye û rêkeftineke mîna Yaltayê ya bê Ewropa û Ukraynayê dê nayê qebûlkirin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Andy Burnham anî ziman ku nîşanên geşbîniyê ji bo pêşveçûna dîplomatîk hene û piştgiriya ji bo Ukraynayê dê beriya zivistanê û di salên paş de jî dewam bike.