PeyamaKurd – Sererkanê Artêşa Amerîkayê Joseph Dunford, ragihand ku sedema herî girîng a îmzekirina stratejiya nû ya endamên NATOyê di meha Gulanê de, ew e ku serdestiya leşkerî ya NATOyê li hemberî Rûsyayê hejiya ye.
Dunfor got, "Rûsya reqîb e û NATO ji aliyê leşkerî ve li hemberî Rûsyaya ku ji nû ve vedije hejiya.”
Dunford da zanîn, rayedarên berevaniyê yên NATOyê hay ji guherînên hevsengiya leşkerî ya nû hene û ji bo wê jî NATOyê plana nû ya stratejiyê meha Gulanê îmze kiriye.
Sererkanê Amerîkayê herwiha destnîşan kir ku sîstema nû ya çekan ku Serokê Rûsyayê bipêş xistiye, ji bo Amerîkayê gef e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin