Trump: Di mijara Îranê de biryareke lezgîn nadim

Trump: Di mijara Îranê de biryareke lezgîn nadim

PeyamaKurd - Li gorî nûçeyên çapemeniya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Serokê DYAê Donald Trump di rêya vegerê ya ji lûtkeya APECê ya li bajêrê Shenzen ê Çînê de, li ser balafira Air Force One bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser êrîşên nû yên li dijî Îranê axivî.

Li gorî malpera nûçeyan a Axiosê, Trump di axaftineke telefonî ya kurt de îhtimala destpêkirina êrîşên nû yên li ser Îranê nirxand û got: "Di mijara Îranê de biryareke lezgîn nadim. Em ê bibînin piştî serê salê çi diqewime."

Zexta Netanyahu û gumanên li ser niyeta rasteqîn

Daxuyaniyên Trump di demekê de tên ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ji bo destpêkirina dîsa ya êrîşên li dijî Îranê zexteke mezin li rêveberiya Washingtonê dike.

Di nûçeya Axiosê de hate destnîşankirin ku Trump dikare her kêlî helwesta xwe biguherîne û beriya operasyoneke leşkerî ya muhtemel, niyeta xwe ya rasteqîn ji raya giştî re eşkere neke.

Hat bibîrxistin ku beriya êrîşên 28ê Sibatê yên li dijî Îranê jî Trump gotibû ku wî "hîn biryar nedaye", lê di rastiyê de fermana êrîşê berê dabû.