PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di hevpeyvîneke xwe ya bi kanala Fox Newsê re têkildarî şerê bi Îranê de daxuyaniyên nû dan.
Trump diyar kir ku ew ji ber destpêkirina şerê li dijî Îranê ne poşmane û got, "Ez bi peyva poşmaniyê bawer nakim.
Mirov her dem dikare xwe hinekî bipirse, lê dîsa biba min eynî tişt bikira."
Trump anî ziman ku armanca wan ew bû ku rê li ber xwedîbûna çekên nukleerî yên Îranê bigirin û wiha got: "Tê bîra we dema em di nava jiyana xwe de bûn, wan dikir ku bibin xwediyê çekên nukleerî.
Heke ev yek biba, wan ê Îsraîl, Rojhilata Navîn û piştî wê jî bajarên Amerîkayê bikin armanc.
" Trump her wiha dubare kir ku şer dê rast piştî hilbijartinên navberê yên meha Mijdarê bi dawî bibe û got ku gelê Amerîkayê ji ber vê gavê serbilind e.