PeyamaKurd - Li demeke ku êrîşên Îranê û komên milîs li ser kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bênavber bi sedema şerê Îran-Amerîka û Îsraîlê berdewam dikin, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump cardin Kurd xistin bin tohmeta çekên Amerîkî.
Trump di hevpeyvîneke zindî de li ser kanala Fox Newsê dîsa Kurd xistin bin tohmetê û îdia kir ku welatê wî ji bo piştgirîya serhildanên navxwe çek ji bo xelkê Îranê şandine, lê belê hêzên Kurdî ew amûr radestî xelkê nekirine û ji bo xwe hilgirtine.
Trump got ku ew bixwe ji serî de li dijî vê biryarê bû û ji vê helwesta Kurdan bêhêvî bûye.
Serokê Amerîkayê, bal kişand ser lawazbûna şiyana leşkerî ya Îranê ya di bin bombebaranên Amerîkayê de û diyar kir ku rejîma Tehranê niha di rewşeke gelekî bêhêz de mijûlî danûstandinan e.
Trump tekez kir ku ew ê vê helwesta aliyên Kurdî ti carî ji bîr neke.
Hêjayî gotinê ye, heta niha hemû partî û hêzên Kurdî daxuyaniyên Trump ên derbarê dayîna çekên Amerîkî de red dikin û dibêjin, wan ti çek ji DYAyê wernegirtin. Lê belê li pey van daxuyaniyên Trump, êrîşên Îranê li ser Kurdan bênavber didomin.