PeyamaKurd - Washington Postê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber ku nekarî Îranê neçarî teslîmbûnê bike, berê hêrsa xwe da Uman û hevpeymanên din ên herêmî.
Hate ragihandin ku Trump piştî gefa bombebarankirina Umanê (ku navbeynkariya di navbera Washington û Tehranê de dike), nexşeyek belav kir ku tê de Tengava Hurmizê û beravên welatên herêmê wekî axa Amerîkayê hatibûn nîşandan.
Trump stratejiya leşkerî guherand
Di bersivê de Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rezayî bi awayekî qerfî diyar kir ku dûrahiya di navbera bêhêziya DYAyê û îdiayên wê de ji 7 hezar mîlan zêdetir e.
Ji ber kêmbûna cebilxaneyê û asêbûna şerê ku ketiye meha xwe ya 6an, Trump stratejiya leşkerî guherand û li ser platforma Truth Socialê "şerê aborî" ragihand.
Fîleke birîndar di çiravê de
Trump hişyarî da ku welat, sazî û şirketên ku alîkariya Tehranê dikin dê rûbirûyî encamên aborî yên pir giran bibin.
Dîplomatên berê û pisporên siyasî rewşa rêvebiriya Amerîkayê dişibînin "fîleke birîndar di çiravê de" û destnîşan dikin ku vebijêrkên Trump ên li dijî Îranê sînordar in.