PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê torên civakî derbarê Îranê de daxuyaniyeke kurt û balkêş belav kir.
Trump di peyama xwe ya li ser platforma Truth Socialê de nivîsî: "Îran bi tevahî hildiweşe."
Ev daxuyaniya Trump di demekê de hat ku tê çaverêkirin Wezîrê Xezîneyê yê DYAyê Scott Bessent pakêta sizayên herî giran ên dîrokî li dijî Tehranê eşkere bike.
Peyama serokê Amerîkayê bal kişand ser rewşa qeyran, fişara aborî û leşkerî ya ku li ser Îranê zêde bûye.