PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova, di civîna çapemeniyê ya heftane de daxuyaniyên girîng dan û bertek nîşanî polîtîkayên welatên rojavayî da.
Zaharova diyar kir ku Brîtanya, Fransa û Almanya aloziya li Ukraynayê sor dikin û got ku wek bersiv ji êrîşên li ser axa Rûsyayê re, dibe ku saziyên leşkerî yên Brîtanya yên li Ukrayna û derveyî wî welatî bibin armanc.
Zaharova her wiha anî ziman ku kesên li dijî sivîlên wan sûcên şer dikin dê bi awayekî guncaw bên cezakirin û hebûna leşkerên NATOyê li Ukraynayê ji bo wan armanceke rewa ye.