PeyamaKurd – Festîwala Hunera Wêneyan li Herêma Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê ji aliyê Rêxistina Wênekêşên Kurdistanê de, bi sedema ‘Roja Wêne ya Dinayê’ li Galerya Emne Sureke dest pê kir.
Hunermendê wêneyan Nasih Ali, ji bo K24ê ragihandiye ku gelek zêde eleqe bi çalakiyê re heye û ji gelek deverên Kurdistanê berhem gihane pêşengehê û bi hezir hatine ravekirin. Fastîwal îro dest pê kiriye û Ali gotiye:
“Ji cûre bajar û navçên Kurdistanê ji sedî zêdetir kesên wênekêş wêneyên xwe şandine. Di encama ravekirina wêneyan de, 70 berhemên wênekêşan bijartine ku ew berhem azadiya herêmê, xwezaya wê, adet û dewlemendiya çanda herêmê radixin ber çav.”
Di festîwalê de ji Zaxo heya Xaneqînê berhem cîh digrin. Her 70 tablo li Kurdistanê li her perçeyekî wê, rengên jiyanê, çand û mîrasa Kurdistanê nîşan didin. Bê ferq û meylê bixin navbera berheman, yekîtiya wênekêşiya Kurd û dewlemendiya wê derxistine pêş.
Balkêşiya festîwalê, yek jê ewe ku ji her 4 perçên Kurdistanê hunermendan anîne cem hev. Nasih Ali ragihandiye ku ji her perçekî Kurdistanê 2 wênekêşên bijare dawet kirine festîwalê û weha dewam dike:
“Armanca me ya ku me li Silêmaniyê vê hevdîtinê kiriye, avakirina pira tecrube û dan û sitendina ramana ye. Em dixwazin ji kamera yên xwe, çand û mîrasa xwe ya dewlemend bi dinyayê bidin naskirin.”
Festîwan dê 3 roj dewam bike, ne tenê wê ahengekî dîtbarî be lê her weha dê Silêmaniye bibe xwediyê mala çalakiyên perwerdê jî.