Li Diyarbekirê Hevbendiya Netewî ya Kurdistanê hate avakirin

Li Diyarbekirê Hevbendiya Netewî ya Kurdistanê hate avakirin

PeyamaKurd - Li Diyarbekirê bi beşdariya 170 siyasetmedarên Kurd, serokên partiyan, tevger, kom û kesayetên serbixwe "Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê" hate ragihandin.

Di konferansa ku îro hate lidarxistin de, Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk daxuyaniya encamnameyê xwend.

Di civînê de ku Însiyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê, Pêlkurd, PDK-Bakur, PSK, PWK û Vejînê cih girtin, reşnivîsa hiqûqa navxweyî bi yekdengî hate pejirandin û meclîseke ji 51 kesan hate hilbijartin.

Armanca Hevbeniyê çi ye?

Hevbendî wekî sîwaneke neteweyî ya hevbeş xwe da naskirin ku armanca wê ya bingehîn bidestxistina mafên neteweyî, azadî û diyarkirina çarenûsa miletê Kurd e.

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku ew nêzîkatiyên dewletê û aliyên entegrasyonîst ên ku mafên Kurdan paşguh dikin qebûl nakin û şertê sereke yê hevkariyê naskirina hebûna neteweyî ye.

Her wiha bang li hemû aliyan hate kirin ku li dora vê tifaqa neteweyî bicivin da ku paşeroja Kurdistanê bi îradeyeke hevbeş bê avakirin.