PeyamaKurd - Endamê Tîma Serokatiya Sûriyê û Encûmena Gel Mistefa Ebdî ragihand ku di rojên Çarşem û Pênşemê de, Karwanê 7emîn ê malbatên koçber dê vegere cih û warê xwe yê resen li Serê Kaniyê.
Ebdî da zanîn ku di nav vê karwanê de 847 malbat hene ku wê vegerin malên xwe.
Her wiha hate diyarkirin ku tevî ku biryar bû karwan di roja Sêşemê de vegeriyabûna, lê belê ji ber temamkirina rêkar û amadekariyên pêwîst êdî veger ji bo demeke kin hatiye paşxistin da ku ewlehî û gerantiya malbatan bi temamî bê misogerkirin.