PeyamaKurd - Tê angaştkirin ku 18 ciwanên Kurd ên ji herêma Raperîn a Silêmaniyê ku dixwestin bi rêya qaçax ji Lîbyayê derbasî Îtalyayê bibin, ji 5ê Tebaxê ve li Deryaya Spî winda ne û hemû pêwendiya wan bi malbatên wan re qut bûye.
Çalakvanê mafên koçberan Renc Pişderî ku li Ewropayê dozê dişopîne, diyar kir ku qaçaxçiyan telefonên wan dizîne û ew siwarî keştiyeke taybet kirine.
Pişderî li ser lêgerînên xwe da xuyakirin ku rayedarên Îtalyayê îsal bi sedên cenazeyên nenas dîtine, lê agahiyeke herî dawî ji rêxistineke lêgerînê ya Almanyayê hatiye.
Rêxistina Alman diyar kiriye ku di 15ê Tebaxê de li Deryaya Spî 18 term di nav avê de hatine dîtin û wênekirin; her çendî ji ber rewşa terman nasîna wan zehmet be jî, cil û hin nîşanên fîzîkî nîşan didin ku ev kes beşek ji wê koma Kurd in.
Li aliyê din, malbatên koçberan hêviya xwe diparêzin û ragihandin ku qaçaxçiyan ji wan re gotiye ku ciwan li deryayê nexeniqîne, lê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û ew sax in.