Lîbya 36 koçberên Kurd dît û pêvajoya dagera wan destpêkir

Lîbya 36 koçberên Kurd dît û pêvajoya dagera wan destpêkir

PeyamaKurd – Li welatê Lîbayayê 36 koçberên Kurd ku wenda bûn, hatin dîtin. Dema Lîbya tesbîta her 36 koçberan kir, agahiyê da balyozxana Iraqê ya li Lîbyayê ku her 36 kes welatiyên Herêma Kurdistanê ne.

Balyozxana Iraqê ji bo dagera 36 koçberan pêvajoya fermî da destpêkirin. Koçber ji bo herin Ewrûpa ketibûn ser rê û li Lîbyayê asê man. Maslahatguzarê balyozxana Iraqê yê li Lîbyayê Ahmed el-Sahhaf ragihand ku di encama têkiliyên dîplomatîk de, xwe gihandine 36 koçberên Kurd

Ahmed el-Sahhaf, ji bo Rûdawê ragihandiye ku 36 koçberên Kurd niha li Rojhilatê bajarê Trablûsê li navendekî paşdeşandinê ne. Sahhaf gotiye:

“Bi meqamên Lîbya re em di nav têkiliyan de ne. Me kiriye armanc ku ewraqên wan yên dagera bi dilê xwe temam bikin û wan bişînin Herêma Kurdistanê.”

Balyozxane ragihand ku koçber bi malbatên wan re têkiliyan danîne, rewşa wan ya tenduristiyê dişopînin û eger pêdiviya wan hebe, desteka tenduristiyê û tedawiyê didin wan.

Balyozxana Iraqê ya Lîbyayê berê jî bi heman şêweyê di wextên cuda de 352 koçberan dagerandine Iraqê.