Li New Yorkê avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene

Li New Yorkê avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene

PeyamaKurd - Li taxa Flatbush a li herêma Brooklyn a bajarê New Yorkê, avahiyeke sêqatî hilweşiya. Di encama bûyerê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 10 kesan jî birîndar bûn.

Serokê Agirkujiya New Yorkê John Esposito ragihand ku avahiya di sala 1930an de hatî çêkirin, ber bi erdê kolanê yê avahiya kêlekê ve hilweşiyaye.

Şaredarê New Yorkê Zohran Mamdani diyar kir ku di nav kavila de zarok jî hene û tîmên rizgarkirinê bi alîkariya kûçikên perwerdekirî li bin xirbêyan de lêgerîn berdewam dikin.

Esposito bal kişand ku dibe ku paqijkirin û lêgerîna bin xirbeyan çend rojan bikişîne.