Li Çewlikê erebeyekî tîcarî di firanekê de çû jêr: 4 mirî û 5 birîndar hene

Li Çewlikê erebeyekî tîcarî di firanekê de çû jêr: 4 mirî û 5 birîndar hene

PeyamaKurd – Li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Çewlikê li navça Gêncê li belda Servî li gundê Saîrê (Yazılı) erebeyekî bazirganî di firanekê de 600 metre çû jêr, di encamê de 4 kes mirin û 5 kes giran birîndar bûn. Qeza di şevê de qewimî.

Ereba navborî ji gundê Vatrakomê (Yatansöğüt) diçû gundê Saîrê. Ajotvanê erebê Mehmet Akgönül dema di rêya xwe de diçû, desthilata erebê wenda kir û 600 metre firiya jêr.

Li ser çûna ciyê qezayê ya tîmên tenduristiyê, UMKE, AFAD, Îtfaiye û cendirmeyan, dîtin ku kesên di erebê de bûn ji wan Hasan Bingöl, Osman Aslan, Barış Ayvaz û ajotvan Mehmet Akgönül jiyana xwe ji dest dane.

Di erebê de kesên bi navên İ.A., C.T., B.A., M.A. û A.B. giran birîndar bûn û tîm wan ji erebê derxistin û wan bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya navça Gencê. Talûka jiyana birîndaran dewam dike.