PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro danê sibehê di sîstema gazê ya Westgeha Elektrîkê ya Harseyê ya li bakurê parêzgeha Besrayê de teqîneke bihêz rû da û di encamê de agirekî mezin derket.
Li gorî daxuyaniyên fermî yên Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, di vê bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 33 kesên din jî birîndar bûn ku rewşa hin ji wan ji ber birînên giran û bêhntengiyê ne cîgir e.
Agir piştî teqînê derbasî embarên gazê û taxên niştecihbûnê yên derdorê bû û ziyaneke mezin a madî gihand westgehê, gelek otomobîlan û zêdetirî 17 malan.